Sunetkirina keçan, girêdan û kontrolkirina hîsên jinantiyê ye. Ji baweriya dîtina jinê, weke mal û navgînek kêfxweşiyê, tê. Encamên pêşerojê nayê hizirkirin. Nexweşiyên bedenî û rûhî nayên hesab kirin. Xeyal û evîndariya jinan nabe cihê lêpirsînê...
Em ê bi vê dosya taybetî rastiya sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê bînine holê. Istatîstîkên li ser herêmê, dîtina kesên bûne qûrban û pisporên pirsê bikin mijara xwe. Armanca ew e ku, rastiya li Kurdistanê bê dîtin. Pirs bibe cihê niqaşan.
Li gorî statîstîkan ji % 60 jin û keçên Kurd, anku zêdeyî nîvê civatê ji ber sunetkirinê seqet mane.
Sunetkirina keçan sucek giran e ku li dijî keçan, li gelek aliyên cîhanê pêk tê. Ev perçeyek ji pêla hişkî û hovîtiyê li hemberî jinê ye. Bi rêya hevkariya dezgehên fermî û însanî rê dikare li ber bê girtin. Hevkariya pir alî dikare vê hovîtiyê rawestîne.
EuroKurd Human Rights li dijî sunetkirina keçan li Kurdistanê kampanyek daye destpêkirin. Kampanya me hetanî encamê bi dest bixîne dê bidome.
Sunetkirina keçan ne çand e, ne jî ji baweriyê tê. Ew sucek mezin û cidî ye. Divê bê zanîn ku mafê jin û zarokan berî çand û baweriyên sexte tê.
Daxwaziya me ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikumeta Herêmê ew e ku sunetkirina keçan bi rêya qanûnî qedexe bike. Rê li ber sunetkirinê bigire. Kesên sucdar bêne cezekirin û komîteyek çavdêr bê avakirin ku pirs ji holê rabe.
Rapora li ser sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê bi firehî li ser rewşa dawî zaniyariyê dide mirovî. Di beşa weşanan de bixwînin.






