SvenskaEnglish
Destpêk|Weşan|EHR
avatar
Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê
avatar
combat pilot who is wanted for genocide in Halabja
avatar
Kampanya li dijî sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê didome
avatar
Rapora Taybetî: Rewşa eserên dîrokî li Herêma Kurdistanê
 

Helwêsta dewleta Belçîkayê

avatar
5 Mar 2010

Mafê peyv û gotinê, mafê derbirîna raman û dîtinên xwe, mafê weşanê, mafekî gerdûnî ye, mafekî pîroz e. Jji Magna Charta û bi vir de ev li dora 700-800 salan e behsa mafên însên dibin, û di 300 salên dawî de jî ev maf, di bi dehan deklerasyon û peymanên navneteweyî de, dawî di yên Yekîtiya Neteweyan de hatine bicîhkirin, çespandin.
Mafê weşanê, mafê gotina azad, bêtirs û bêzext, bi qasî mafê jiyanê pîroz e, mafê tu kesî, tu hêzê, ev hêz çendî xwurt dibe bila bibe, tune ye vî mafî desteser bike, xesp bike.

Tiştê dewleta Belçîka, dewleta çendneteweyî, çendzimanî û çendkulturî îro kiriye, dike,hem bi vê tolerans û demokrasiya navxweyî re nagunce û hem jî çendî ji bo kurdan biêş e li meydanê ye.
Di demekê de ku hê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Dayikê bidawînebûne, tu rabî wiha kurdan ji zimanê wan bêpar bikî, tu wan ji tiştên dewletên deshelatdar tînin serê wan li herêmê bênûçe û bêagahî bihêlî,tu mîna dewleteke ji awura çareseriya pirsgirêkên navxweyî, yên gel, kultur, ziman û cihêyîyên etnîsîteyî, gelek caran wek nimûne tê dayîn, tê çawa ji raya navxweyî û ji kurdên mexdûr re bi berbanga sibehê re vê avêtina ser deng, guh û bêhna kurdan şîrove bikî ?

Tu di reşaya dawiya şevê de davêje ser saziyekê ku ev 15 sal in li ser erda di bin destên te de ye, ji garantî û ewlekariya weşana wê tu berpirsiyarî, di bin parastina te de ye û tu rabî dosyên istîxbarata dewleta Tirk ku naxwaze roj li kurdan here ave û tiştên nemayî anîne serê wan, tu wek delîl bikar bînî, ev kontirast û nakokiyeke mezin e ji bo dewletekê wek ya Belçîkî.

Roj Tv, ji bo kurdan û nemaze ji bo kurdên Bakur, gelên asûrî, kultur û mezhebên mexdûr li navçê, serçaviyeke bêhnderxistinê û têkiliya bi çand, dîrok û aktûalîta xwe re ye.
Girtina RojTv, televizyoneke ku di ser 20 parlamenteran û li dora 100 şaredarên Kurd ku bi dengên çend milyonanan hatine hilbijartin, berdewamiya jiyana wê dixwazin, li ber çav negirtine û her ev bi tenê bes û zêde ye, ji bo kirinên dewleta Belçîka ka çendî ne însanî, ne demokratîk û bêberpirsiyarî ne bê dîtin.
Ev guneh, xedir û neheqiyeke vekirî û heşkere ye.
Belçîka bi vê operasyona dijwar, tirsanak û bixof, dibe şirîkê siyaseta dewleta Tirk.

Di encamê de em dibêjin:
Ewil gelên Belçîkî divê bêdeng nemînin.
Tirkên ku behsa birayetiyê dikin, ji bo jiyaneke bi hev re ne, divê vê hevkariya di nav polîsên welatê xwe û yê dewleta Belçîka de protesto bikin.
Kurd jî li welat û li derveyî welat, li ser asta parlamento, şaredariyên xwe, û giş rêxistinên xwe yên sivîl, vê çavsoriyê di xwe de nebhêrin, bi giş dewlemendiya xwe, mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.
Bijî mafê ji bo peyva azad !
Bijî mafê weşana azad !
Na ji her coreyê bêdadî û ferq û cihêyîyên di nav gel, cins, ol û mezheban û îmkanên weşanê de !
Na ji bikaranîna qanûnan bi mentalîteyeke li dijê wekheviyê û bi hewadarî re ! 04/03/2010

Instîtûta Kurdî ji bo êkolîn û Zanist- Elmanya

Destpêk|copyright © 2009 eurokurd.net|EHR
English Svenska