SvenskaEnglish
Destpêk|Weşan|EHR
avatar
Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê
avatar
combat pilot who is wanted for genocide in Halabja
avatar
Kampanya li dijî sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê didome
avatar
Rapora Taybetî: Rewşa eserên dîrokî li Herêma Kurdistanê
 

Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê

avatar
20 Feb 2010

Hewildanên ji bo parastina mafê jinan li Herêma Kurdistanê hene, rojbiroj bihêz dibin. Li ser pirsê çalakî dibin û jin organîze dibin. Helwesta beşek ji rêvebirên herêmê li ser pirsê êrênî ye. Ev tev îşaretên pêşketinê ne, dive bê dîtin û gotin.

Lê mixabin e ku, li Herêma Kurdistanê sûnetkirina keçan didome. Rewşa keç û jinan pê xirap dibe.

Dezgeha mafê mirovan ya navnetewî Wadi li ser pirsê çend roj berê zêdeyî 40 rûpelan, raporek belav kir:
http://www.stopfgmkurdistan.org/study_fgm_iraqi_kurdistan_en.pdf.

Navenda Wadiyê li Elmanyayê ye. Li gelek deverên Herêma Kurdistanê niwêneriyên wan hene û li wir bi pisporî xebata xwe didomînin.

Rapora Wadi bi giranî ji îstatîstîkan pêk tê. Sûnetkirina keçan û pêşketina pirsê li herêmê ji xwe re dike mijar. Rapor bi munasebata roja navnetewî ya li dijî sûnetkirina keçan hatiye amade kirin. Peyama Wadî di raporê de alarma xeterê dide raya giştî. Banga xwe digihêjîne gelê Kurdistanê û cîhanê. Felaketa li Herêma Kurdistanê ji ber sûnetkirinê hatiye sere keç û jinên Kurda, dihêne ber çavan:

“Li Herêma Kurdistanê bi giştî hejmarek mezin ji jin û keçan hatine sûnetkirin. Li hinek deveran hejmara jinên hatine sûnetkirin gihiştiye ji % 80 î. Li aliyê Hewlêrê ji % 63, li Silêmanî ji % 78 û Germiyan ji % 81 sûnet bûne.”

Me, weke dezgeha EuroKurd Human Rights-EHR berî nûha raporek li ser pirsê, bi hevkariya Wadi û dezgehên navnetewî belav kiribû. Li dijî sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê kampanyek mezin dabû destpêkirin. Rapora me wisa bû:

Rapora EHR bi ingilîzî: http://www.eurokurd.net/?do=publ / Genital mutilation of Southern Kurdistan (Iraq)
Rapora EHR bi swêdî: http://www.eurokurd.net/svenska.php?do=publ / En rapport om: Könsstympning i Södra Kurdistan (Irak)
Rapora EHR bi kurdî: http://www.eurokurd.net/kurdi.php?do=publ / Rapor: Sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê

EHR li ser pirsgirêka sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê mina Wadî hizir dike:

- Bûyer hetanî cihekî bi perwerdekirina keçan ve girêdayî ye. Dema hejmara keçên xwendevan zêdetir dibe, sûnetkirina keçan nikare bi hêsanî pêk were. Keçên xwende, sûnetkirina xwe dikin cihê pirs û lêkolînan. Perwerdeya keçan li herêmê, adet, tore û baweriyên biyanî ku bûne bela sere civata me, napejirînin û gav bi gav ji herêmê dûr dixînin.
Divê mecalên perwerdê ji bo keç û jinan li herêmê zêdetir bibe.

- Pêlkirina mafê jinan li herêmê didome. Dîskrîmînekirin û hişkayiya li dijî jinê bûye beşek ji jiyanê. Desthilatdariya mêran rê nade ku guhertin bibin. Guhertinên pêk tên û gavên têne avêtin bersiva civatê nadin û nikarin rê li ber şîdetê bigirin.
Pir giring e ku jin cihê xwe di rêvebiriya herêmê de bigirin. Organîzasyonên xwe û hevkariya nav dezgehan xurtir bikin. Li dijî hişkayiyê dengê xwe bilind bikin.

- Unicef organa Yekîtiya Miletan e, berpirsiyarê pirsê li herêmê ye. WHO ji pirsa sihetê ya cîhanê berpirsiyar e. WHO û Unicef li herêmê xebatên xwe didomînin. Lê li dijî sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê gavên dihavêjin têr nake. Divê jibo guhertinê gavên cidî bavêjin.

EHR, bi berpirsiyarên WHO û Unicefê li herêmê û cîhanê dê careke têkeve têkiliyê.

Em careke din dihênin zimên ku, dive Parlemento û Hikumeta Herêma Kurdistanê pirsê cidî bigire. Bi rêya qanûnî rê li ber sûnetkirina keçan bigire. Pîrejinên bi sûnetkirinê mûjil in bêne şiyarkirin. Mecalên perwerdê ji bo keçan zêdetir bikin. Zaniyariyê li ser pirsê di nava xelkê de û li dibistanan belav bikin.

Pir giring e ku, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê birêz Celal Talebanî li ser pirsê gavên pêwîst bavêjin.

Kampanya me ya li dijî sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê didome. Divê qirkirina li dijî hîsên jinan didome raweste. Pêwîst e ne tenê jin, mêrên Kurd jî dengê xwe li dijî sûnetkirina keçan li herêmê bilind bikin. Dezgehên têkildar yên netewî û navnetewî bêdeng nemînin.
19 sibat 2010.

EuroKurd Human Rights-EHR
Gabar Çiyan
Serokê Giştî

Destpêk|copyright © 2009 eurokurd.net|EHR
English Svenska