Hêza Sosyal demokratên Ewropayê-PES, biryara ”Dadgeha Qanûna Bingehîn” ya Turkiyê ku di 11/12- 2009 de girtiye û partiya DTP qedexe dike, mehkûm dike. DTP yek ji wan partiyên herî mezin û muxalîf e di parlementoyê de ye. Li gorî beşek ji biryara dadgehê, 37 rêvebirên partiyê û serokê wê Ahmet Turk jî ketine ber qedexeyê. Li gel ku 19 parlementerên wan di parlementoyê de hene, wan statuya avakirina grubekê wunda kirine û niha rola wan ya di parlementoyê de marjînal bûye.
DTP ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd bi rêya aşitî û polîtîkayê dixebitî û ji bo encam girtina di demek kin de, rola wê mezin bû. Ew endamê SI (Sosyalîst enternasyonal) bû û piştgiriya çareseriya pirsgirêkekî kevnare bi rêya diyalog û demokrasiyê dikir.
Serokê PES ê Poul Nyrup Rasmussen dibêje: ”Biryara Dadgehê li cem mirovî tirs û endîşeyê pêk dihêne. Tirsa min ew e ku, qedexekirina partiyekî ku dixwaze Pirsgirêka Kurd bi rêya siyasetê çareser bike rê li ber reaksiyên hişk ji aliyê Kurda ve veke. Qedexekirina vê partiya muxalif darbeyek e li dijî pêşketina qonaxa demokrasiya Turkiyê, û dê astengiyên mezin derxîne pêşiya danûstandiyên endametiya Turkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê, û piştgirên vê prosesê.
Garantîkirina demokrasî û mafê mînorîtetan tenê bi diyalog û rêyên derveyî hişkiyê mûmkûn e, û pêwîst e DTP di vê prosesê de rola xwe ya bingehîn bilîze.”
Ji bo zaniyariyê bi Silke Thomson re têkiliyê deynin. Telefon: +32 2 548 90 85 eller +44 7941463912.







